Keçeka Kurd li bajarê Pîranşarê agir berda bedena xwe û li encam de canê xwe ji dest da

15:14 - 24 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka xwendevan a pola çar ya destpêkî ku heyamê mehek beriya niha agir berdabû bedena xwe, seva dijwar bûna birînan canê xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Sefûra Seîde a temen 10 salî û xelkê gundê “Pesvê” ya ser bi bajarê Pîranşehrê, seva zext û giwaşên malbat û mamostayên xwendingehê li ser hînbûna baştir ya desrên xwendinê, agir berdabû bedena xwe û li encam de canê xwe ji dest da.

Keça han piştî mehekê berxwedan li hember mirinê , roja Çarşem berwar 22’ê Gulana 2013’an li nexweşxaneya bajarê Urmiyê cane xwe ji dest da.

her div ê pêywendiyê de 2 heftiyan beriya niha xwendevanek temen 10 salî li bajarê Urmiyê seva giwaş xistin ser bavê xwe , dawî bi jiyana xwe anî bû.