Keçeka Kurd li bajarê Dêloranê seva tûşbûn bi nesaxiyek bê derman

13:47 - 31 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Bi xwe kuştina keçeka 20 salî li bajarê Dêloran a ser bi parêzgeha Îlamê, amara xwe kuştina jinan li destpêka îsal heta niha li herêmên Kurd akincî gehîşt 15’e kesan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 29’ê Golana 2013’an keçeka Kurd binavê “Cadirî” temen 20 salî û akinciyê bajarê Dêloranê seva hejarî û tûşbûn bi nexweşiyek bê derman xwe fetisand.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Keça Kurd xwendekar û mijûlî wergirtina diploma xwe bû ku seva belengazî û hejariya malbata xwe û tûşbûn bi nexweşiyek bê derman dawî bi jiyana xwe ani ye.

li gor amara tomar kirî li navenda amara kurdpa ,li destpêka meha Adara îsal heya niha 15 keç û jinên Kurd bi sebebên cûr bi cûr li herêmên Kurd akincî yên Kurdistana Îranê dawî bi jiyana xwe anine.

amara han nisbî ye û bi pişt girêdan bi amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn li vê hindê pitir be.