Keçeka Kurd li bajarê Ciwanroyê xwe kuşt

12:12 - 20 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka Kurd li bajarê Ciwanroyê seva pirsgirêkên malbatî agir brda cesteyê xwe û li encam de canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa,êwariya roja duşem berwar 19’ê Şibata 2013’an keçeka Kurd bi nave Firişte li mala xwe de agir berda cesteyê xwe û li encamp de canê xwe ji dest da.

Firişta temen 19 salî û keça “Ehmed” û xelkê taxê Bawecanî a bajarê Ciwanroyê bû ku seva pirsgirêkên binemaleyî agir berda xwe.

Li gor amara tomar kirî li nawenda amara ajansa kurdpa, di heyamê meha bihorî deli herêmên Kurd akincî yên Îranê 10 Jinan dest dane xwe kuştinê ku li wan 5 kesan agir berdane bedena xwe.

Amara han bi pişt girêdan bi amara nawenda amara kurdpaê bilav dibe, û dibe ku amara rastîn gelek pitir be.