Keçeka Hunermend a Kurd bi neçarî Welat bicih hêşt

16:28 - 11 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Kiçeka dikiomêntar saz a Kurd û çalakvanê mafê Zarokan, li jêr zext û givaşa hêzên ewlehî yên rejîma Îslamîya Îranê bi neçarî welat bi cihhêşt.

Niştîman Husêynî, Keçika dikiomêntar saz a Kurd di hevpêvînekê de li gel Ajansa Nûçe gihaniya Kurd pa,ê’ got: Di Fîlmekê bi navê “Kurdistan Sinorê Tundûtijîyê” ku li ser kuştin û jîyana Kolberan û kêmtir xemiya layenên pêywendidar li dûr lêpirsin û gazindeyên Kolberên Kurd ku çêkiriye û paşanê li torên civakî hatiye bilav kirin, seba vê rejîmê zext û givaşa xistine ser vê û bi neçarî welat bicih hêştiye.

\"10134.jpg\"
Niştîman Husêynî got kû: Bi wan çalakîyên xwe yên sivîl xwestiye ku kuştina Kolberên Kurd ê li ser sinora tên kuştin , bikin bi babeteke medyaî û dengê heqxwazane û kip kiri yê wan Kolberan li hemû medyayan bilav bibe.

Nav hatî got: Eşkereye ku rejîma Îslamîya Îranê hemû çalakiyên sivîl dijî xwe dizane û her seba vê yekê kû çalakên sivîl wek çalakvanên Siyasî tên hesibandin û hikûmet jibo vê yekê ku pêşiya wan bigire, bi çalakên dijî rejîmê di hesibîne.

Niştîman Husêynî got ku: min zûr dixwast karên xwe yên ragehandinî li welat bidomînin û zêdetir derd û kolên xelkê Kurdistanê li medyayan eşkere bikim, lê her wek min got ku zext û givaşa ku li ser min û malbata min bû, bûne sebeb kû ez welat bihême der.

\"10135.jpg\"
Niştîman Husêynî di sala 1383 de li zanîngeha Mihabadê çalakîyên xwe dest pêkirine û paş heyamekî dirêj û dûr bûn li zanîngehê, di sala 1389 de, dest bi karê xwe kiriye û li ser Jinan û paşê jî “Zarokên Kar” û jîyana Kolberên Kurd xebata xwe meşandiye.

Pêştir jî Befrin Hucetî, jina Ekter a Kurd, seba Ekterî di Filmekê de û bilav bûna wê filmê li yek ji Tv yên derveyî Welêt , bi bê amade bûna xwe ji alîyê leqa yekem a Dozgerîya bajarê Mihabadê bi 4 salan hepsê hatibû mehkûm kirin. Niştîman Husêynî Xwişka Şaho Husêynî çalakê ferhengî û xwendekarî ye ku di meha Gelawêja îsal seba zext û givaşên rejîma Îranê li welat hatibû derê.