Keçeka din a Kurd li bajarê Xoyê xwe kuşt

16:22 - 24 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeka Kurd ya temen 23 salî û xelkê bajarê Xoyê seva zext û giwaşên malbata xwe ku divêt mêr bike, agir berda bedena xwe û li encam de canê xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Çarşemiyê berwar 22’ê Gulana 2013’an Keçeka Kurd binavê Fatima Nîsanî 23 salî û akinciyê bajarê Xoyê agir berda bedena xwe û li encam de canê xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar li bûyerê bi ajansa kurdpa ragehand: Fatime Nîsanî seva vê yekê ku malbata vê zext û giwaş bo vê anina ku divêt mêr bike, agir berdaye bedena xwe û dawî bi jiyana xwe aniye.

Her wisa heftiya bihûrî jî keçeka Kurd li bajarê Serdeştê binavê “Dîdar Hûsênpûr” piştî pêkanina jiyana hevpar, dawî bi jiyana xwe anî.