Keçek nûciwan di bajarê Merîwanê de dawî li jiyana xwe anî

16:31 - 17 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Keçek ciwan, a xelkê bajarê Merîwanê dawî li jiyana xwe anî.

Li gor nûçegihanan, li Merîwanê, roja Duşemiyê 14’ê Çileya Pêşîn a 2015’an , keçek temen 17 salî, ku nasnameya wê “P.M” hatiye ragihandin, agir berdaye xwe û dawî li jiyana xwe aniye.

Li gor vê raporê, vê keçika ku agir berdabû bedena xwe, derbazî nexweşxaneya “Bûelî” kirine, lê belê ji ber ku pileya şewatê pir zêde bûye, jiyana xwe ji dest daye.

Hin çavkanî bas dikin ku vê keçikê ji ber pirsgirêkên malbata xwe, dawî li jiyana xwe aniye.

Civaknas dibêjin ku pirsgirêkên li gel hevjînan di civaka Îranê de yekemîn sebeba xwekuştina jinan tên hejmartin, û pirsgirêka aborî jî bi duyemîn sebebên herî zêde yên wan bûyeran dane zanîn.