Keçek 22 salî, ya Rewanserê li Îranê de xwe kuşt

13:41 - 23 Nîsan 2012
Kurdpa: çend rojan berî niha keçek temen 22 salî ya Rewansera Kurdistana Îranê bi sedema kêşe û nakokiyeke malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Kurdpayê, Nîgar Mozeferî xelkê gundê Xeraciyan a Rewanserê bi sedema kêşeyek malbatî xwe xendiqand.

Li gorî zanyariyan navbirî di nav mala xwe de xwe kuştiye û di cih de canê xwe ji dest daye.

Li gorî serjimêriyên tomarkirî li nawenda serjimêriya Ajansa Kurdpa, li destpêka meha Xakelêweyê heya niha 7 hemwelatiyên Kurd li herêmên Kurdakinciyê bi sedemên curbicur vanê xwe ji dest dane.