Keçe xwendewanik li Kengawer, ji aliyê babê xwede hate serjê kirin

13:17 - 26 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: Keçe xwedewanik 18 salî li şarê Kengawer li parêzgeha Kirmanşan de ji aliyê babê xwede, hate serjê kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Şemî, 3ê Cozerdan( 24 May 2014), kesik bi navê Kerem Newîdî, keça xwe ya 18 saliya xwe bi navê Atifê Newîdî, serjê kir.

Atife Newîdî, xwendewana kilasa paş nawendî(Motewesitê) bû, ku bi hegera hebûna hogiriya evîndariyê tev kurik, ji aliyê babê xwede, bi derba çeqûyan hate serjê kirin û heya weşana vê nûçê, termê vê li duxtoriya dadweriya şarê Kirmanşanê de hatiye ragirtin.

Raportêrê Kurdpa li şarê Kengawer de, ji zimanê serekaniyik agadar ragihand; li dema ku dayka Atifê xwestiye rêgirî ji kuştina keça xwe bike, mêrê wê ew daye ber çeqûyan û bi dujwarî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyik de li bin çavdêriya duxtoran deye.

Serekaniyê ew jî got: Kerem Newîdî, ku ji aliyê polîs de hatiye girtin, hereşa kuştina keça xwe ya din jî kiriye, ku 16 saliyêû ragihandiye ku paşî berdan ji girtîgehê yê xwe bikuje.

Pêşde jî li 1ê Xakelêwa îsal de, kesik bi navê Mesûd Seydî, ji xelkêşarê Serpilê Zehav, li bin navê parastina namûs de xwîşka xwe serjê kiribû.