Keçe xwendekarik Bokanî paşî 2 heftiyan ji girtinê sernivîsa wê nerone

21:22 - 30 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: xwîşk û birayik Bokanî paşî 2 heftî ji girtina wan, heya niha sernivîsa wan bi neronî maye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Efsane Bayezîdî, xwendekara zanîngeha Peyamê Nûr li şarê Bokan ku tev birayê xwe bi navê Şaho Bayezîdî li 25ê Xezelwerê de hatin girtin, paşî 2 heftiyan ji girtina van, çi nûçeyik ji sernivîsa van ber dest de çinine.

serekaniyik nêzî vê malbatê bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, malbata Bayezîdî ku midê van 2 heftiyan de bi dom serdana dezgeha ewlehiya şarê Bokanê kirine, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ragihandine ku zarokên van bi dezgeha ewlehiya şarê Mihabadê hatiye raguhastin.

Serekanî ew jî got: serewey hindê ku kesên Efsane û Şaho Bayezîdî serdana dezgeha ewlehiya Mihabadê jî kirine, hêzên ewlehiya Mihabad, bê agadariya xwe ji sernivîsa Efsane û Şaho bayezîdî ragihandine.

Roja Şemî, 25ê Xezelwer, Efsane û Şaho Bayezîdî ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Bokanê bi hegirik neron li mala xwede hatin girtin û bi ciyik nekivş hatin raguhastinê.

Heya dema weşana vê nûçê, ji cê ragirtin û hegera girtina Efsane û Şaho Bayezîdî ku li 25ê Xexelwera îsal de ji aliyê hêzên ewlehiya şarê Bokanê hatine girtin, çi zanînik ber dest de çinine.