Keç û xurtekî ciwan ên bajarê Serdeştê, dawî bi jiyna xwe anîn

16:25 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa kurdpa: Keç û xurtekî ciwan ên xelkên bajarê Serdeştê, bi sedemekî nexûya dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya ”Kurdpa”yê, êvareya roja Duşemî 31`ê Pûşperê, keçeke temen 18 sale ya bi navê “Sirwe Îbrahîmî” xelkê bajarê Serdeştê, dawî bi jiyana xwe anî.

Ew keça ciwane, rûniştiyê “Gereka ŞêxeSor” a girêdayê bajarê Serdeştê bûye, ji aliyek din ve jî, xurtekî temen 24 salî ê bi navê “Siyaweş Ezîzî” dawî bi jiyana xwe anî.

Heya dema belavbûna vî nûçeyê, tu zanyariyeke hûrd û dirust ji derheq xwekujiya wan Du ciwanên Serdeştê, ji ber dest nîne.

Bajarê Serdeştê yek ji bajarên parêzgeha Urmiyê ye ku zêdetirîn xwekujî têde diqevime û li pileya yekem a xwekujiyê di wî parêzgehê de ye.