Keç û dayîkek bi 70 derbên qamçiyan û 8 meh hepsa te`izîrî hatine cezadan

12:17 - 3 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Cezayê lêdana 70 derbe qamçî bo welatiyeka xelkê bajarê Xoyê, ji aliyê Nivîsîngeha birêveberî ya cezayên dadgusterî a wî bajarî ve birêve çû.

Roja Pêncşemî hefteya derbasbûyî, 7`ê Sermawezê, “Silbî Merendî” pîrejineke 80 sal a xelkê bajarê Xoyê, ku bi lêdana 70 derbên qamçî, ji aliyê dadgeha giştî ya bajarê Xoyê ve hatibê cezadanê, piştî gazî kirina wê ji aliyê birêveberiya cezayê dadgusteriya bajarê Xoyê ve, cezadana wê hate cîbecîkirin.

Ew welatiye, piştî cîbecîkirina cezaya lêdna 70 derbe qamçî, û bo derbaskirina heyamê 8 mehan hepsa ku li ser wê de hatibû sepandinê, bo benda jinan a girtîgeha Xoyê hate veguhastin.

“Silbî Merendî” dayîka “Bêhroz Zêynalnijad”, hepsiyê canjidestdayî yê girtîgeha Xoyê ye, piştî ku wî hepsîyê 5 rojan di girtîgehê de girev girit, bi awayekî bişik, canê xwe ji dest dabû.

Berpirsên girtîgeha Xoyê, can ji dest dana wî welatiyê, bi xwekujî dabûne zanîn, û malbata “Bêhroz Zêynalnijad”, piştî nepejirandina wê gotinê, serdana nivîsîngeha berpirsê girtîgehê kiribûn ku di encama reftarên xirab a berpirsê girtîgehê û dadwerê çavdêrî yê girtîgehê, bo sedema şer û têkdana tiştên nav nivîsîngehê.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, di vê derheqê de balavkiriye ku, piştî şikayeta berpirsê girtîgehê û dadwerê çavdêr ê girtîgehê ji wê malbatê, dadgeha giştî ya bajarê Xoyê, cezaya lêdana 70 derbên qamçî û 8 meh hepsa te`izîrî, bi ser “Silbî Merendî” û “Atife Zêynalnijad” de sepand, û heya niha jî, “Atife Zêynalnijad”  ji xwe nasandin bi dadgehê re, xwe parastiye.