Kebûdwend serkevtina Kobanê pîroz kir

14:48 - 28 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Berpirsê Saziya Parastina mafên mirov li Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de rizgar kirina Kobnê a ser bi rojavayê kurdistanê, ji hemû aliyên siyasî û gehê Kurd pîroz kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Mihemmd Sidîq Kebûdwend di wê nameyê de, serkeftina Kobanê bi tevahiya yekîneyên parastina gel û yekîneyên parastina jin û jiyanê (YPG- YPJ), pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, xelkê Kobanê, neteweya Kurd û hemû xelkên azadîxwez ên cîhanê ku ligel hemwelatiyê Kobanê hevderd û yekreng bûn, pîroz kir.

Di beşek li daxuyaniyê de, Kebûdwend- Berpirsê Saziya Parastina mafên mirov li Kurdistanê, azadkirina Kobanê sembola yekgirtin, xweragirî û berxwedana gelê Kurd binav kir û ew yek destpêka serbestiya gelê Kurd û neteweyên bindest ên cîhanî da zanîn.

Mihemmed Sidîq Kebûdwend çalalkvanê siyasî Ê Kurd niha li zindana Evîn a Tehrana peytextê Îranê dimîne.