Kebûdwend: Sala nû bikin sala aştî û tebahî û yekîtiya navmala Kurd

22:05 - 22 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Bavê mafê mirovan a Kurdistan û avakerê rêkxirawa berevankar a mafê mirovan di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku sala nû bikin sala yekîtî û yekdengî û yekhelwestiyê.

Kebûdwend serokê Rêkxirawa Berevankar a Mafê Mirovan a Kurdistanê li bereberê sala nû û hatina newrozê, daxuyaniyek belav kir, û daxwaz kir ku sala nû bikin sala yekîtî û yekdengî û yekhelwestiyê.

Di beşeka daxuyaniya navbirî de ku nusxeyeke wê ji bo Ajansa “Kurdpa”yê hatiye şandin, hatiye ku:

Mixabin di encama êrîşa hovane ya arteşa Tirkiyê, bo ser kantona Efrînê, piştî du mehan berxwedana qehremanane ya Şervanan, Efrîna serbilind ji aliyê hêza mezin ya Natoyê û paşmayiyên DAÎŞ û Elqaîdeyê ve hate dagîrkirin.

Vê karesatê bi eşkere ji Kurd re zelal kir ku dagîrkirina Efrînê pîlaneke herêmî û navdewletî li dijî gelê Kurd e.

Ew pîlangeriya ku ji Kerkûk dest pê kir, mixabin niha gihîştiye Efrînê.

Vijdanên hişyar ên cîhanê dibe ku vê pirsê bikin ku gelo kantoneke biçûk wekî Efrînê çima metirsiyek li ser hêza mezin ya Natoyê hebûye?

Efrîn wekî cihê herî aram ê Rojava û Sûriyê çima ketiye ber êrîşa arteşa hevbeş ya dijîxelkî ya Erdoxan û DAÎŞ û Elqaîdeyê?

Kurd û wan hêzên Kurdî ku hêza wêrankar ya DAÎŞ`ê têk şikandin, çima niha li pêşberî çavên cîhanê ketiye ber êrîşa hovane ya afirînerê terorîzm û bavê DAÎŞ`ê? Civaka navneteweyî çima di hemberî jînosyada Efrînê û komkujî û helandina Kurd de kerr û lal bûye, û bêhelwestî girtiye pêşiya xwe?

Êdî hertişt ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û di vijdanên hişyar ên cîhanê de eşkere ye.

Bi vê hêviyê ku aştî û tebahî û biratî di nav mala Kurd de cihgir be, û bi hêviya rizgarbûna bilez ya Efrîn û Kerkûkê û cihên dagîrkirî ên kurdistanê di sala nû de.

27.12.2718
Mihemed Sidîq Kebûdwend