Kebûdwend: Dibe Erdoxan bi tawana şer û cinayetên dijî mirovahiyê bê dadgehkirin

16:33 - 9 Şibat 2018
Ajansa Kurdpa: “Mihemedsidîq Kebûdwend” çalakvanê mafê mirovan û avakerê Saziya Berevankar a Mafê Mirovan a Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, rexne ji vêjdanên razayî yên cîhanê girtiye û gotiye ku çima wan li hemberî êrîşên Dewleta Turkiyê yên ser bajarê Efrîn a Kurdistana Sûriyê de bêdengî hilbijaritine.

Avakerê Saziya Berevankar a Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji xwedîvijdanan daxwaz kir da ku dawiyê bi wê bêdengiya xwe li hemberî êrîşên dewletaTurikiyê yên ser bajarê Efrînê bînin.

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku: Erdoxan desthilatdarê dewleta Turikiyê, di çend salên derbazbûyî de, bi perwerdekirin û şandina girûpên terorîstî yên weke DAÎŞ`iyan ji bo nav welatên weke Îraq û Sûriyê de, dest di kuştina hezaran hevwelatiyên bêtawan ên Kurdên Sûriye û Îraqê de hebûye, û herwisa bi awayê çalak di vê piroseyê de çalak bûye.

Desthilatdarên xeyalbaf yên dewleta Turikiyê, bi komkirina girûpên weke :Girûpên “DAÎŞ”, “El-Nesir” û “El-Qa`îde” û herwiha hindek kirêgiritî û cinayetkarên ku ji ber cinayetên ku encam dane revîne, kom kirine û dubare ev terorîstane ji bo Rojavayê Kurdistanê û li jêr rêniwîniyên rasterast yên artêşa dagîrker a xwe de şandine, û oporasyona cinayetkarane a nû li dijî Kurd di welatê Sûriyê de dest pê kiriye.

Artêşa dagîrker a Erdoxan û girûpên terorîstî yên hevalbendên wî, di heyama 18 rojên derbazbûyî de, sedan kes û xelkên bêtawan û bê mal û hal a kantona Efrînê di xwînê de, sor kirine.

Mixabin xelkê Kurd bi sebeba nebûna piştevanekî fermî û navneteweyî di asta cîhanî de, û nebûna nûneran di NY û herwiha nebûna dewleta xwe di Rojhilata Navîn de, zêdeyî 100 salan e ku bûye êxsîrê hindek dewletên destnîşankirî û herwisa bûye qurbaniyê danûstandinên nedadperwerane di deverê û cîhanê de .