Kebûd Vend ji Xelata Tekoşerên Mafên Mirovan ê 2013’ab re hat bijartin

15:32 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Civata Çelengên Mafên Mirovên Kurdistan Îran – Jênêv, bi fermî Kebûd Vend weke wergirê Xelata “Martîn Înal”a Çalakên Mafên Mirovan ji bo 2013’ê hilbijart.

Pêka Nûçeyê gihîştî bi Ajansa Kurdpa, Civata Çelengên Mafên Mirovên Kurdistan Îran – Jênêv an ku “KMMK – G” ji bo balkêşiya Civaka Navnetewî û Saziya Neteweyên Yekgirtî û her wisa ji bo kifşandina rewşa Mihemed Sidîq Kebûd Vend, Serokê binçabvkiriye Saziya Mafên Mirovên Kurdistanê, bi fermî ji sitandina Xelata Martîn Înals bo sala 2013’an weke Çelengê Mafên Mirova da zanîn.

Xelata Martîn Înals ji bo Çalakên Mafên Mirovan, bo cara yekê ji aliyê Martîn Înals, Sekreterê Giştî ê “Amnesty International” va li sala 1993’an hat meşandin.

Ev Xelata han salane û mîna nobela Aşîtiyê ji aliyê Komîseryayê berz ê girêdayî Saziya Neteweyên Hevgirtî li bajraê Jenêvê, didin Çelengek Mafên Mirovan ê gişt Cîhanê.