Kawil kirina Malên Kurdan li Herêma Urmîyê dom dike

23:18 - 24 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên Întizamî ên rejîma Îranê bi hinceta hebûna partiyên Siyasî ên Kurdistanî,malên wilatiyên Kurd ên herêma Urmîyê xirab dikin.

Li gori nûçeya Ajansa Kurdpa,ê:li heyamê salên bihûrî de dewleta Îranê li herêma Urmîyê çendîn gund wek :Cêrmih,Bêtkare û ...hdw, bi egera hebûna partiyên Kurdistanî li herêmê de kawil kirine û di encam de xelkê wan gundan bi neçarî cih û warê xwe bi cih hêştine û jibo bajarê Urmîyê û gundên derdûrê çûne .

Çend salan beriya niha bi egera çêkirina bendava “Nazlû” û “Dêrik” a li herêmên Urmîyê û Selamsê bi dehan gundên Kurdan bi tewahî hatin kawil kirin û wilatiyan bi neçarî ew herêm bi cih hêştin û jibo herêmên din ê Kurdistanê û bigire Îranê çûn .
Xelkê han ji aliyê dewleta Îranê kêmtirîn alikarî wergirtine.

\"10867.jpg\"

Li heyamê 2 mehên derbas bûyî de bo careke din hêzên rejîma Îranê bi hinceta hebûna hêzên Kurdî êrişî ser gundê “Kelan Kanî” a herêma Tirgewer kirine û gundê han wêran kirine.

Wilatiyên herêmê radigehînin ku çi hêzekî Kurdî li herêmê de niye û tenê dewleta Îranê bi qestî wan karane dike.

Wilatiyên herêmê bi Ajansa Kurdpa ragehandin :li demeke nêzde de bendava herêma “Berandiz”ê tê tewav kirin û seba vê yekê jî hemû gundên vê herêmê û zaf ji şûnwarên dîrokî jibo yekcarî li nav diçin.

Ji aliyek din gundên,Curnih,Memekan, Nêrgih û çend gundên din seva vê bendavê diçin bin avê û ew yek bûye cihê dilgeraniya xelkê herêmê .