“Kawe Silêmanpûr” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:27 - 13 Çirriya pêşîn 2021

Roja Sêşemî 20 Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “kawe Silêmanpûr”, xelkê gundê “Xur Xure” yê ser bi bajarê Mihabadê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi awayekî demkî heya dema dadgehî kirina wî, ji girtîgeha bajarê Mihabadê hate azadkirin û li heyama binçavkirinê de li “destpiragîştin bi parêzer” û “ çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatibû bêparkirin. 

Piştî bi dawîhatina lêpirsînan ji navbirî lii yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Mihabadê veguhastibûn.

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew welatiyê Kurd di dukana wî de li bajarê Mihabadê binçavkiribûn û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Kawe Silêmanpûr” de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nine.