Kasibkarekî xelkê bajarê Bane li Merîwanê de rastî gulleyên hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê hat

15:40 - 13 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî xelkê bajarê Bane, bi gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî li bajarê Bane canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, demjmêr 1`ê şeva 22`ê Xermananê, hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li bajarê Bane li nêzîk bendava “Garan” gulle berdane ser tiromibîla cura Toyota û di encamê de jî, ajotvanê vê tiromibîlê canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê li bajarê Merîwanê, nasnameya wî kasibkarê Kurd “Zana Mihemedî” temen 24 salî û kurê “Îsma`îl” xelkê bajarê Bane ragehandiye.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, ev bûyera li nêzîkî bendava “Garan” qewimiye, û Zana Mihemedî jî du gulle li navmilê wî ketine, û demildest jiyana xwe ji dest daye.

Vê çavkaniyê herwisa ev yeka jî daye zelalkirin ku, wî kasibkarê Kurd, tu tişt pê nebûye û hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, bigumana hilgirtina tiştên qaçax, teqe li wî kasibkarî Kurd kirine.

Vê çavkaniyê berdewam kiriye:

Piştî veguhastina termê navbirî bo nexweşxaneya Bo`elî a bajarê Merîwanê, hêzên ewlehiyê îzna wênegirtin li termê wî kuştiyê nedane, û piştre jî termê vî kûştiyê ji bo serdxaneya bajarê Merîwanê veguhastine.

Navendên Hikûmeta Îranê digel kolber û kasibkarên Kurdistana Rojhilat, li jêr navê “Qaçaxkirina tiştan” reftar dikin, eva di demekê de ye ku, hevwelatiyên Kurd bi sedema nebûna hêl û derfeta kar, û nebûna ewlehiyê ji aliyê Hikûmetê ve, û bi neçarî rû li vê pîşeya metirsîdar ya kolberiyê dikin, û her di vê pêwendiyê de, piraniya kolberan her di vê rê de, canê xwe ji dest didin.