Kasibkarekî Serdeştî hate kuştin

21:24 - 12 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Kesên çekdar ên ser bi hêzên besîcî ên bajarê Serdeştê ciwanekî Kurd kuştin.

Li gora vê nûçeya ku gihaye Kurdpayê, kesên çekdar sibehiya îro ciwanekî temen 27 salî bi navê Mihemed Melayî kurê Hemze dane ber gulleyan û navbirî di encama vê êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da.

Kes û karên vî ciwanî, di gotûbêja bi Kurdpayê re ew nûçe piştrast kirine, ku navbirî ji aliyê wan kesan ve hatiye kuştin ku endamê fermî ê rêkxirawa besîc in û nasnameya wan êrîşkaran ji malbata Hecî Hemze re rohn e.

\"28986.jpg\"
Mihemed Melayî
Vê çavkaniyê ragehandiye ku : “Kesên êrîşkar di wan salên dawiyê de mijûlî firotina madeyên hişber ên senetî di nav ciwanên Serdeştê de bûn”.

Mihemed xelkê gundê Nişgulan e, û ji du salan berî niha ve ji riya kasibiyê li bazarçeya sînorî mijûlîkar û kasibiyê bû.

Ajansa Kurdpa bi sedema hestiyarbûna vê mijarê naxwaze ku nasnameya êrîşkaran belav bike.