Kasibkarekî Kurd liser sînorên Kurdîstanê di çemê Çomanê de xeniqî

16:13 - 29 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd yê xelkê Banê, li ser sînorên di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr de, bûye armanca hêzên ewlekarî ên Komara Îslamî û di encamde reviya, lê di dema reviyanê de û ji tirsa hêzên ewlekariyê de, xwe di awêje nava çemê “Çomanê” de û, di encam de, di xeniqe.

Li gorî nûçeya gehiştî Ajansa Kurdpayê, roja Yekşemî berwarê 27’ê Adarê, “Ebdulxaliq Xefarî” kurê “!Bekir”, xelkê gundê “Encîne” ya ser bi bajarê Banê, di dema revîna ji destê hêzên ewlekarî ên ser bi Komara Îslamî ya Îranê de, dikeve nava çemê “Çomanê” de û canê xwe jidest dide.

Hewceyî basê ye ku heya niha termê Ebdulxaliq ji awê nehatiye derxistin û geryana bi dû termê wî de, ji aliyê hemwelatiyan ve, berdewam e.

Eva di demekî de ye ku bêkarî û hejarî roj bi roj zêdetir zext û giwaşa liser xelkê Îranê zêdetir dike û, xelik neçar dimîne ku bona peydakirina nanê rojê, dest avêje karên bitehlûk li ser sînorên di navbera Kurdistana Başûr û Rojhilat de, lê serbarê vê jî, hêj rê bi wan re nahê dayîn ku dahatekî bo mal û zarokên xwe peyda bikin û, rojane dibin armanca guleyên hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê, û yan ji di bûyerên weha de, canê xwe jidest didin.