Kasibkarekî Kurd li ser Sînorê Makoyê hate kuştin

11:12 - 24 Gulan 2020

Roja Çarşemî 31`ê Banemer, hêzên artêşa Tirkiyê li bilindahiya “Xecê Xatûn” hejmarek kasibkarên Kurd dane ber gulleyan û di encam de, kasibkarekî Kurd ê bi navê “Qadir Yadsar” ê temen 22 salî û xelkê gundê “Dêm Qişlaq” a girêdayî bajarê Makoyê, canê xwe ji dest da û sê kasibkarên din jî hatine birîndarkirin.

Ew kasibkarane di dema derbasbûn li sînor, bûne armanca teqeya hêzên artêşa Tirkiyê û heya niha termê “Qadir Yadsar” radestê malbata wî nehatiye kirin.

Herwisa bi sedema gullereşandina leşkerên Tirkiyê çendîn hespên kasibkaran hatine tilifandin.

Êvara roja Şemî 26`ê Banemer, hêzên leşkerî yên Tirkiyê hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Kotol a girêdayê Xoyê dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî Kurd ê bi navê “Behram Yûsifî” ê temen 35 salî û xelkê gundê “Belecûk” canê xwe ji dest da û kolberekî din jî yê bi navê “Şemsedîn Umerpûr” bi dijwarî hate birîndarkirin.