Kasibkarekî Kurd hate kuştin

10:02 - 15 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kasibkarekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Çarşemî 22`ê Xezelwerê, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Kamran Beyanek” kurê Mistefa û temen 26 salî û xelkê bajarê Pîranşarê, li ser sînorê Hacî Omranê, bi gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate kuştin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, yên li binkeya “Bengîn Xan” li çiyayê Helgurd, bi bê agehdarkirina berê ew kasibkarê Kurd dane ber gulleyan û kuştine.

Ew kasibkarê Kurd bi sedema kûrbûna birîna xwe canê xwe jidest da, û bo nexweşxaneya bajarê Çoman li Başûrê Kurdistanê veguhastin.

Termê wî kasinbkarê Kurd bo lêkolîna zêdetir bo nexweşxaneya bajarê Hewlêrê veguhastin.