Kasibkarek Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê hate kuştin

13:33 - 29 Şibat 2012
Kurdpa: demjimêr 3’ê şeva 8 li ser 9’ê Reşemê li encama êrîş û destrêjiya hêzên rejîma Îranê bo ser komeke kasibkaran li sînorê Merîwanê kasibkarekê canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora nûçegihaniya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa li Merîwanê kasibkarekî Kurd bi navê Îbrahîm Rstî kurê Rehîm temen 24 salî xelkêgundê “serdoş” li nêzîk gundê “Dolebî” li ser sînorê Merîanê û herêma Kurdistanê kete ber detrêja hêzên rejîma Îranê û hate kuştin.
Nûçegihanê Kurdpa li doma vê nûçeyê de ragehand ku termê vê kasibkarê Kurd bo nexweşxaneya Merîwanê hate birin.