Kasibkarek Din Ê Kurd Kete Ber Destrêjiya Hêzên Çekdar Ên Îranê

12:37 - 28 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Îranê li sînora Serdoşa Merîwanê bi destrêjiya rasterast kasibkarek Kurd yê bajarê Merîwanê birîndar kirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa li Merîwanê, çend şewan beriya niha hêzên întizamî li Dolba Merîwanê êrîş kirin ser komek kasibkarên Kurd û di encamma destrêjiyê de kasibkarek bi navê Luqman kurê Heme Şêx, temen 25 salî û akinciyên gundê Yengîce bi tundî birîndar bû.

Navbirî piştre bo nexweşxaneya Bûelî ya Merîwanê hat veguhastin.

Li gor serjimêriya Ajnasa Kurdpa li mehekê beriya niha ve heta îro 10 kasibkarên Kurd ji aliyê hêzên çekdar ên Îranê hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.