Kasibakarek dinê bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hate kuştin

13:14 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li encama teqeya hêzên Întizamî yên henga sînorî ya “Şêx Sile”li kasibkarên Kurd yên herêma Selasa Bawecanî, kolberek hate kuştin û du kesên din bi xurtî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ku gihîştiye destê ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Çarşem berwar 3’ê Tîrmeh Kolberek Kurd yê binavê “Nazdar Muradî” kurê Ezîz û xelkê bajarê “Selasa Bawecanî”ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê li xala Sînorî ya wî bajarî bo herêma Kurdistanê kewte ber êrîşa hêzên dewleta Îranê li “qerequla”Şêx Sile û canê xwe ji dest da.

Kolberê Kurd temen 28 salî û xwediyê jin û zarokane ku seva belengazî û hejariyê bi neçarî karê kolberiyê dikir.

Tê gotin ku li encama vê teqeyê de du biyên kolber binavên “Celal û Rizgar”bi xurtî birîndar bûn û jibo çareseriyê bo nexweşxaneya Kirmaşanê hatine şandin.

piştî bûyerê li navbera hêzên dewleta Îranê û xelkê herêmê şer û pevçûn çêbû û xelkê agir berdane tirombêleke hêzên dewleta Îranê.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li heyamê 40 rojên bihûrî de 9 kasibkarên Kurd bi teqeya hêzên dewleta Îranê hatine kuştin û 8 kesên din jî hatine birîndar kirin.