Karwanê kolberên kurd li Pîranşarê kete boseya hêzên leşkirî ên Îranê

15:20 - 1 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Karwanek ji kasibkar û kolberên kurd li deverek sînorî yên bajarê Pîranşehrê de ketine boseya hêzên leşkirî yên rejîma Îslamî ya Îranê û li encamp de du kolber birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî, 29’ê Tîrmeha 2015’an, hejmarek berbiçav ji kasibkar û kolberên kurd li navbera bajarên Şino û Pîranşehrê de ketine ber destdirêjiya gulleyên hêzên leşkirî ên rejîmê.

Li encama teqe û guleberdana han de, du kolberên kurd bi tundî birîndar bûn.

Di vê destrêjiya han de, 105 ser ajelên barî (Hesp û Hêstir) ên kasibkaran jî hatin siketkirin.

Yek ji kolberên wê karwanê ji nûçegihaniya Kurdpa re ragihandiye ku teqe û destrêjiya guleyan li deverek bi navê Serbizêr a neqeba Pîranşehr û Şino’yê de qewimiye.

Herweha wî kolberî bas ji vê jî kir ku gumana wê heye ku hêzên Sipaha Pastaran bi hevkariya hêza Întizamî ew bose danîbin.

Tê gotin ku bêhna kelexê van hesb û ajelên kuştî ji aliyê hêzên rejîmê, dever dagirtiye û nemaze xesarek zêde bi jîngehê jî gihandiye.