Karsaza berê ya balyozxaneya Firansayê li Tehranê hate binçavkirin

20:11 - 13 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Di dema vegeriyana bo Îranê, karsaza berê ya balyozxaneya Firansayê li Tehranê, “Nazek Efşar” hate binçavkirin.

Nazek Efşar ku bê tû berbestekê ji Îranê derketiye û li Firansayê dimîne, bona serdana dayîka xwe ya nesax, ku pizîşkan bêhêvîbûna xwe ji wê nîşan daye, ji Firansayê vegedigere Îranê, û li balafirxaneya Tehranê tê binçavkirin.

Hate Ragehandin ku ew karsazê wezareta darve ya Firansayê, xwediyê nesaxiyek taybet e, û dema ku bo girtîgeha “Êvînê” dihate veguhaztin, bêhiş dikeve.

Her di vê derheqê de hate ragehandin ku, Nazek Efşar bi sedema nesaxiya xwe di bêhnvedan an ku “Morexesiya” bona çareseriya pizîşkî de ye.

Nazek Efşar di sala 2009’an de jî, careke din bi sedama çalakî di beşa çandî ya balyozxaneya Firansayê de hate binçavkirin, û piştî heyamekî serbest hate berdan û vegeriya Firansayê.