Karkerekî Sineyî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

14:26 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê rojhilatê Kurdistanê ku bo derbaskirina debara jiyanê, bera xwe dabû başûrê Kurdistanê, bi sedema bûyerek karkirinê jiyana xwe jidest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 26`ê temûzê (july) karkerkî Kurd ê bi navê Peyam Lufî, bi sedema cinayeteke kar, bi giranî hatibû birîndar kirin û bi dûre ew rakirbûn bingeha tenduristiyê ku duh li nexweşxaneya Cimhorî a Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Çavakniyeke agah vê der bareyê de ji ajansa Kurdpa re ragihandiye: karkerê kurd ê jor maje bi navê wî hatî kiin, bi sedema girtina elektirîkê dawî bi jiyana xwe aniye.

Wê jêdere her wiha diyar kir: Her çend li nexweşxaneya Hewlêra başûrê Kurdistanê, neştergerî jî bi wî karkerê Sineyî re hatibû encam dan, lê bi sedema dijwarbûna birînan, ew emelyata pizîşkî bêncam ma û di encamê de wî dev li jiyanê berda.

Hatiye ragihandin ku Peyam Lutfî eyaldar û xwedî zarokek bûye.

Di wan salên dawiyê de bi hezaran hemwelatiyên Kurdistan û Îranê, bi sebeba rewşa xirab a jiyanê li wî welatî, bera xwe dane başûrê Kurdistanê. Ew karkerane ku li Dihok , Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Diyena û bajarên din ên Herêma Kurdistan kar dikin, heya niha bi sedan bûyer û cinayetên kar re rû bi rû bûne û tûşî astengiyan hatine.

Çalakvanên karkerî ser vê baweriyê ne : Li başûrê Kurdistanê tu yasayek bo berevanîkirin ji mafên karkeran nehatiye terxankirin ku wê yekê karker bi pirsgirêkan re rû bi rû hiştine.