Karkerekî kurd di enbara Sîloyê de jiyana xwe ji dest da

22:31 - 9 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Karkerekî Kurd ku di Sîloya “Mesrûr” di bajarê Mehabadê de hatibû wergirtin, ketiye nav boriya enbarê û xeniqiye.

Li gor raporên ku gihîştine Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê,di encama bûyerekê kar di Sîloya “Mesrûr” a bajarê Mehabadê de,karkerekî Kurd bi navê “Sabîr. B”ku temenê wî 45 sal bû, jiyana xwe ji dest da.

Navbirî di dema ku mijûlî valakirina genim bû, dikeve nav boriya valakirina genimê enbarê de, û ev bûyere bû sebeb ku nefesa wî biçike, û jiyana xwe ji dest bide.

Ev Sîlo 75 ton genim digire, û nêzîkî 40 karkerî tê de kar dikin.

Mirina vî karkerê Sîloyê,di roja derbazbûyê 16’ê Berfenbarê de,bi sêyemîn bûyera kar di kurdistana Îranê de, di vê heyama hefteya debazbûyî de,tê hejmardin.

Berê jî karkerekî Bokanê û karkerekî din di bajarê Kirmaşanê de,bi sebeba bûyerên kar jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2014’an,1994 kes bi sebeba bûyerên kar jiyana xwe ji dest dane,ev hejmara qurbaniyan li çav sala pêşîn ku 1974 qurbanî bûne, %11 bilindbûn bi xwe ve dîtiye.