Karkeran dest bi greva dev ji karberdanê kirin

20:19 - 11 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Zêdeyî 500 karkerên baraja Dariyan a pawe li rojhilatê Kurdistanê, bi sedema nedana ser wext a mişşên wan dest bi girevê kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kedkarên kompaniya Sana li bendava Dariyan a bajarê Pawe, bo heyamê 5 rojan e dest bi grevê kirine û neçûne ser karên xwe.

Wan karkeran biryar dane heta xwestekên wan neyên cî bi cî kirin ew naçin serkar û grevê bidome.

Herwiha kedkaran qala vê yekê jî kiriye: Bi hesibandina pereyê cejnê, ew 6 meh in heqdestê wan nehatiye dayîn.

Şerêke (kampan) ya Sana sala borî jî 12 kes li ser kar derxistibûn.

Çêkirina baraja Dariyan a Paweya rojhilatê Kurdistanê, nerazîbûna çalakvanên Parêzer ên Xweza û Ekolojî (jîngehparêziyê) bi pey xwe hîşt.

Di egera kar kirina baraj (bendav)a Dariyan de, sedî 44 ji daristan û siruşta çend gundên kevnar û dîrokî, herwiha seyrangehên xwezayî ên Kurdistanê di holê dirabin.