Karîkatorîstê Kirmaşanî di karîkatora DAÎŞ`ê de rekor şikand

14:20 - 10 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Kartonsazekî Kurd li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê, pileya 2`em a pêşbirka karîkatora DAÎŞ`ê, bidest xist.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Arêf Niyazî hunermendê kartonsazê Kurd li Kirmaşanê, di yekemîn dewreya reqabeta navdewletî a Karîkatora DAÎŞ` de, wek hunermendek bê mînak hat hilbijartin.

Peyamnêrê Kurdpa destnîşan kir ku di vê mehrîcanê de zêdeyî 1 hezar û 72 berhem ji 43 welatên cîhanê, bo nîşandana karîkatora DAÎŞ`ê beşdarî kirbûn.

\"26921.jpg\"
Karîkatora Ebûbekir Bexdadî a ji aliyê Arêf Niyazî ve hatî çêkirin
Arêf endamê çalak ê mala karîkator a beşa hunerî li Kirmaşanê ye. Ew bi awayekî pêşketî û fenî di sazkirina kartonê şexsan de, zaniyarî hene û heya niha berhemên cihê reng ji rûçikên siyasî ên cîhanê tomar kirine.

Bidestxistina medalyaya bironz a cîhanî di pêşbirka navdewletî a Kartona Sûryê, pileya yekem a çêkirina logoya Îranî di kêberkê ya Yewnanistanê de û çendîn berhemên navxweyî û derveyî Îranê, ji destkevtên wî hunermendê Kurd tên hejmartin.