Karbidestên Îdareya Perwerde a Bokanê gefan ji Mamosta û Fermanberan dixwen

14:09 - 11 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Karbidestên Îdareya Perwerde a bajarê Bokanê gefa derkirinê li hemû Mamosta û Fermanberên vê Îdareyê kirin.

Li gor rapora ajansa Kurdpa, “A.R”berpirsyarê Îdareya Perwerdeya bajarê Bokanê seva pişikdariya mamosta û fermanberên Îdareya han di rêpêvana 22’Rêbendanê, gef ji mamosta û fermanberan kiriye û bi wan ragehandiye ku eger pişikdarî rêpêvana han nebin, pişka gozîniş”danan”a Îdareya perwerde dê pêdaçûnê bi hilbijartina wan bikin.

berpirsyarê han ragehandiye,ku li ser çr’rêyan û cihên sereke ên bajar, dest û pêywendiyên xwe cêhgir kiriye û hemû mamosta û fermanber dê bin çavedêriyê de bin û eger pişikdariyê nekin bi xutî dê hên ciza kirin.

Komara Îslamiya Îranê li heyamê çend rojên bihorî de û li bereberê 22’ê Rêbendan (10’ê Şibat)ê Salroja şorişa gelên Îranî, li piraniya bajarê Kurd akincî bi hêzên nizamî militarize kirine û hemû hat û çûna wilatiyan ji aliyê wan hêzn tê konterol kirin û li zor cihan kamêrayên çavdêriyê danine.