Karatevanekî Kurd pileya 3’em a pêşbaziya cîlanî a Fransa qezenc kir

20:11 - 20 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Werzişkarekî 26 salî, xelkê bajarê Îlam li rojhilatê Kurdistanê, midalyeya “Boronz” a pêşbaziya cîhanî a karatê li welatê Fransa, bi dest xist.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, karatekarê kurd ê bajarê Şîrwan Çerdawil ê ser bi parêzgeha Îlam, bi nave Zebîhullh Pûrşîb di giraniya 84 kîlogiramî li misabiqeya cîhanî a Fransa, pileya 3’em qezenc kir.

Pêşbaziya cîlanî a Kapa Azad “Arlês” bi pişikdariya 25 tîmên welatên cîhanê li Fransa birêve çû ku wan sporvanan bi rêbaza “wadurîv” têde beşdarî kiribûn.

Di wê misabiqeyê de tîma Îranê jî pişikdarî kiribû û pileya 3’em û çend pileyên bilind yên din kurdekî û çênd kesên din yên xeynî Kurd misoger kirin.

Zebîhullah Pûrşîb, sala 2007‘an jî medalyaya Zêr a pêşbirka welatê Tirkiyê wek xelat vergirtibû, sala 2008’an medalyaya zêr a Asyayî û sala 2009’an jî dîsan medalyaya zêr a pêşbaziyên Asyayê qezenc kiribû.