Karatekerekî Kurd bû qaremanê cîhanê

14:52 - 23 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Karatekerekî Kurd li Mehabada rojhilatê Kurdistanê, li nava 130 werizişkarên qareman ên cîhanê, bû yekem. Di pêşbirka Navneteweyî a karate -Cureya “Kiyokşîn Oyama” Ku li Tehrana Îranê hat lidar xistin, pileya yekem a cîhanî qazanc kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Bêhzad Xizrî- karatekerê kurd ê Mehabadî li pêşbirka karate a cûneya“Kîyokşîn Oyama” medalyaya Zêr bi dest xist.

Wî sîporvanê endamê karate ê Mehabada rojhilatê kurdistanê karî, di giraniya kêmtir ji 70 kg de rikberên xwe têkbirin û pileya yekem a cîhanê qezenc kir.

Her wiha Kerîm Mêhrnijad werizşkarekî din ê Mehabadî, karî di wezna kêmtir ji 60 kg a wê pêşbirkê de, pileya 4’em a cîhanî bidest bixe.

Loqman Mehmûdîazer wek serpereşt û du rahênerên Mehabadî bi navên Îsmaîl Dadwend û Meryem Mescidî, tîma karate a Mehabad ê birê ve dibirin.

Pêşbirka Navneteweyi a karate-Cureya “kiyokşîn Oyama” bi beşdariya 130 werzişkar ji 12 welatên cîhanê, bo heyamê du rojan 19 û 20 şibata 2015’an, li Tehrana paytextê Îranê birê ve çû.

Kiyokşîn (têkoşîna ruh) ji aliyê Oyama li Koriya bakûr hat damezrandin û bi cûneyek karateya ku nayê kontirol kirin tê bi nav kirn. karateya Kiyokşîn li ser tekoşîna bêhn(nefes), xweragirî û derb lêdana rastî ji nêz ve tekez dike.