Kar û çalakiyên Jînge parêzên Serdeştî dom dike

15:39 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek li çalakên Sivîl û jîngeparêz yên bajarê Serdeştê bi awayek xwerisk, seyrangehek wî bajarî paqij kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja duşem berwar 8’ê Tîrmeha 2013’an bi pişikdariya pitir ji 30’kesan li çalakên Sivîl û Jîngeparêz li bajarê Serdeştê, seyrangeha “Kêlê”ya wî bajarî hate paqij kirin.

Çalakên jînge parêz jibilî paqij kirina seyrangehan,hejimarek nivîs li derheq paqij ragirtin û parastina jîngehê dinava welatiyan de bilav kirin.

Çalakên jîngeparêz bilav kirin, jibo çêkirina hest û çanda jîngeparêziyê dinava welatiyan de ew çalakî encamp dane.

Berê jî wan çalakên jîngeparêz li berwar 9’ê Nîsana Îsal de çalakî û çelengiyek din bi vî awayî lidar xistibûn û Seyrangahên “Xirî du Hezarî” û “Şêx Birahîm Badam” li derdûra Serdeştê paqij kiribûn.
\"13795.jpg\"

\"13796.jpg\"

\"13793.jpg\"

\"13794.jpg\"

\"13797.jpg\"