Kar bidestên şarewaniya Ehwaz 7 malên hevwelatiyên Ereb hioşandin

21:36 - 18 Gulan 2013
Ajansa kurdpa : karbidestên dezgeha şarewaniya Ehwaz bi hêceta nebûna molet, mala 7 hewvelatiyê Ereb li yekik ji taxên hejar rûniştiyen vî Şarî hiloşandin.

Goreki raporta ajansa nûçe gihaniya kurdpa , çend roj pêş niha karbidestên şarewaniya Ehwaz mala 7 hevwelatiyên Ereb li kûça “ Şeleng Abad” a vî şarî hiloşandin û ew bê serpenah hêlane.

Çavkaniyek agadar bi kontaktik telefonî de bi nûçe gihaniya kurdpa ragihand : ew 7 malbat her yek xwedi çend ser zarok he niha li nêzî mala xwe ya hiloşandî de nawa xêbetan de dijîn û ji hemû pêwistiyên jiyanê bêparin.

Wê çavkaniyê ewa jî xiste rû, karbidestê şarewaniyê li rewşik de ew 7 mal ku bo hiloşandin ji boldozeran behre wergirtibûn, ew hevwelatî çi pêwîstiyek an tiştik nekarîn bînin derê.

Hiloşandina mala wan hevwelatiyên Ereb li demik deye ku niha kandîdatorên serkomariya Îran, bi roj bas ji idaleta civakî, ji naw birina hejarî û çareser kirina pirsgirêka cê rûniştinên hevwaelatiyan li nawçên hejar rûniştiyên Îran dikin.