KANÛNA “HANA”A ÎLAMÊ DÊ ÇALAKTIR BIBE

21:16 - 23 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Kanûna Wêjeyiya “Hana”li Îlamê dê car din xebatên xwe dest pê bike û bi hêztir bimeşe.

Pêka Nûçeyê Ajansa Kurdpa li Îlamê, ev heyamê demekê bû ku Kanûna Wêjeyiya Hana li xebatê sekinîbû, lê hin Nivîskar û Helbestvana dîsa biraya xebatê a wê Kanûnê dane.

Ev Kanûne ku li sala 2008’an ve hatiye damezitandin, niha li hin Nivîskarên weke “Nêmetulla Dawûdiyan”, “Hebîbulla Bexşûde”, “Mêhdî Armanî” û “Celîl Ahenger Nejad” xwastiye ku bi harîkariya wan bikare car din xebata xwe bimeşîne.

Hana 4 salan beriya niha bi hevkariya “Zahir Sarayî”, “Celîl Sefre Beygî”, “Frehad Şahmuradiyan” û “Nûr Mirad Rizayî” hate damezrandin ku Berpirsê wê jî “Mistefa Bêygî” bû.

Ew Kanûn xwediyê 50 heya 60 Endamên Sereke û 200 Endamên Nîvdemî ye.

“Aram Ebbasî”, “Merhûm Kemalî”, “Heyder Elî Şefî’î”, “Bêhrûz Yasimî”, Afaq Şûhatî”, Hebîbulla Bexşûde”, “Mihemed Elî Qasimî” û “Bêhrûz Sipîd Name” ji Endamên sereke yên wê Knaûnê ne.

Di wê warê de hin çavkaniyan di rojên bihorî de bas ji wê çendê kirin ku Civaka Wjeyiya Pawe dê bi navê “Navenda Çandî – Wêjeyiya Hewraman”ê car din dest bi karê xwe bike.