Kanalên Kurdî Nikarin 24 Saetî Weşanê Bikin

14:40 - 15 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Serokê RTUKê got heya niha destur dane 20 Kanalan ku bi Kurdî weşanê bikin. Lê ev kanal nikarin bi Kurdî 24 saetî weşanê bikin.

Serokê Saziya deng û reng a Turkiyê “Davut Dursun” got ku, destûr dane 20 kanalên televizyon û radyoyên ku 24 saetan weşanê  Kurdî  dikin. Davut Dursun, anî ziman di nav wan 20 Kenalan de piranî heremî weşanê dikin.

Dursun bal kişand rewşa kanalên  bi Kurdî weşanê dikin û got destur heye ku ev kanal 24 saetî bi Kurdî weşanê bikin lê belê nikarin vê binîn cîh û bi tene 5 û 6 saetî weşana Kurdî dikin. Dursun ragihand ger yên ku bixwazin  bi zimanê xwe weşanê bikin, em firekans didin herkesî.