Kamyaran/ Qetil kirina welatiyekî Kurd bi destê zavayê malê

20:20 - 8 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema nakokiyên malbatî, welatiyekî bajarê kamyaran a rojhilatê Kurdistanê, bi destê zavayê xwe ( bi lêdana derbên çeqoyê), hat kuştin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva borî welatiyekî Kurd ê bi navê Têmûr Dirûdî 45 salî kurê E’vdiSemed, xelkê gundê “Kawane”ê ser bi Kamyaran a rojhilatê Kurdstanê, bi derbên kêrê hat qetil kirin.

Tê gotin zavayê Têmûr Dirûdî bi derbên çeqoyê ji mala şexsî ya wî de ew kuştiye.

Çavkaniyekî agah li Kamyaranê, peyamnêrê Kurdpa re got: Ew bûyer bi sedema nakokiyên navbera 2 malbatan de pêkhatiye ku bi sedema derbên giran ên çeqoyan“Têmûr” beriya bigehe nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Heya dema belav bûnê vê nûçeyê, termê navborî li nexweşxaneyê radestî malbata wî nehatibû kirin.

Pisporên civakî sedemên zêdebûna ne razîbûn û nexweşiyên navbera malabatan, xêzanî (hejarî), bêkarî, pirsgirêkên cinsî, perwerdeya kêmas a malbatî û herwiha ne bûna perwerdeyî (dema hêrsbûnê de), destnîşan dikin.