KAMPEYNA ÎMZEYÊN JI BO ZIMANÊ HEVGIRTÎ

15:06 - 20 Îlon 2012
Ajansa kurdpa: Komîteya Amadekar ya Banga Zimanê Kurdî, piştî munaqaşeyên li ser mijara pirzarava û piralfabetiya zimanê kurdî, bi îmzeya 80 Kurdên akademîsyen, lêkolîner, nivîskar, ronakbîr, siyasetmedar û rojnameger daxuyaniyek amade kir û ji bo belavkirin û weşandinê ji îmzeyan re vekir.

Dr. Zerdeşt Haco yek ji bi rêveberên wê Kampeynê ji Kurdpa re got: Komîteya Amadekar ya Banga Zimanê Kurdî, li ser minaqeşe û pir aliya zimanê kurdî kampanya îmzeyan vekir.

\"7066.jpg\"
Dr. Haco zêdfe kir: Komîdeya Amadekar a Banga Zimanê Kurdî daxuyani da û wiha got: \"Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin.

Li gor ragîhandina wê Kampeynê, Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din û divê xebat jê re bê kirin.

Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.\"

Komîdeyê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: \"Divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn.\"

Komîteyê ji Kurdpayê re got: “Di 2 salên bihorî de 2 Konferansên Zimanê Kurdî yek li Amedê û Yek jî li Herêma Kurdistamnê hatin avakirin ku di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.”

Komîteya Kampeyna han daxuyand: \"Di daxuyaniya \" Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî \" de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em wê yekê bi berjewendiya Kurdan nizanin û divê seva ji hev ji nizîktiya zaftir a Zimanê Kurdî kar bêkirin ne ji bo li hev dûrkirina Kurdan.

Komîteyê destnîşan kir ku ew deklarasyonên herdu Konferasên Zimanî yên Hewlêr ya Îlona 2011\'an û ya li Amedê di Adar 2012\'an de maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku pirgirêk çareser bibin.

Komîtyê belav kir uk daxuyaniya wan dê heta dawiy mehê li îmzeyan vekirî be û heçî kesê ku bixwaze daxuyaniyê îmze bike, dikare heta dawiya mehê navê xwe bişîne ser adresa \"[email protected]\"

Daxuyanî dê bi forma xwe ya dawîn û hemû îmzeyên şandî ve roja 01.10.2012 ji nû ve bê şandin.

Hin ji nivîskarên ku piştgiriya wê Kapmeynê dikin ewna ne:

Dr. Efrasiyab Şukûfe, Dr. Amed Tigrîs, Dr. Zerdeşt Haco, Azad Kurdî,Çiya Mazî, Dr. Felat Dilgeş, Firat Dengzî, Hesen Silêvanî û Rûdî Zinar.

wê piştî bi dawîhatina Kampeynê, encamên han li Kurdpayê bêne belavkirin.