Kamîl Seydanmesken (Cebarwend) bo girtîgeha îdareya Îtila`atê hate veguhastin

17:46 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 15`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Kamîl Seydanmesken (Cebarwend)”, xelkê gundê “Çiryava” yê ser bi devera Mirgewer, ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye roja Duşemî 20`ê Rêbendana sala 1399`an, li taya 6 a lêpirsa dadgeha şoreşê ya bajarê Urmiyê tohmeta wî hatibû rohnkirin û bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, hatibû cezadan.

Roja Çarşemî 12`ê Sermaweza sala 1399`an, ew welatiye tevî du welatiyên din ên bi navên “Enver Çalişî”, xelkê gundê “Lozine” yê ser bi devera Mirgewer û “Mûsa Alûsî”, xelkê gundê “Welindeya Serê” yê ser bi devera navendî ya bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Biryargeha Hemze ya Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin.

Piştî binçavkirina wan sê welatiyan, Biryargeha Hemze bi belavkirina daxuyaniyekê, tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi ser wan sê kesan de sepandibû.

Roja Pêncşemî 25`ê Befranbara sala 1399`an, “Enver Çalişî”, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha navendî ya ser bi bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, 6 roj berî veguhastina wî bo benda girtiyên siyasî, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî li girtîgeha “El-mehdî” ya bajarê Urmiyê, bo benda qerentîna girtîgeha navendî a wî bajarî hatibû veguhastin.

Herwisa “Kamîl Seydanmesken (Cebarwend)”, roja Şemî 18`ê Rêbendana sala 1399`an, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî ji girtîgeha “El-mehdî” ya bajarê Urmiyê bo benda qerentîna girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

“Mûsa Alûsî” piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî bi danîna barimteyê ji girtîgeha “El-mehdî” ya bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.