Kalkan, gavên qonaxa duyemîn eşikere dike
15:36 - 21 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: li gor zaniyariyên ku li malpera Xendan de hatine weşandin, Endamê Konseya Rêveber a KCK\'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku bi pêkhatina berpirsyariyên PKK û Kurdan re, asta yekemîn a pêvajoyê bi dawî bûye û ew derbasî asta duyemîn a demokratîkbûyînê bûne.
Kalkan ji bo qonaxa duyemîn jî bang li herkesî kir, ku bi berpirsyariyên xwe rabin.Dûran Kalkan got: \"Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê, divê guhertinên destûra bingehîn û qanûnî bên kirin.”
Kalkan gavên ku dikevin ser milê dewleta Tirkiyê û pêwîste bavêje weha anî ziman û got: “Pêwîste înkarkirina Kurdan bi dawî bibe. Weke qonaxa duyemîn, divê gavên ji bo demokratîkbûyînê li her qadê bên avêtin.\"
Hêjayî gotinê ye ku KCK`ê di 23\'ê Adarê de biryara agirbestê da û piştî daxuyaniya 25\'ê Nîsanê jî di 8\'ê Gulanê de vekişînê destpê kir. Weke ku haya raya giştî jî jê çê bû, komên yekemîn ên gerîla di 13-14-15\'ê Gulanê de gihaştin Herêma Kurdistanê. Her weha bi vê yekê Partiya Karkerên Kurdistanê û tevî HPG gava xwe destpê kirin û niha dora Tirkiyê.