Jornalistik Kurd yê din bi neçarî ber bi derî welat rû kir
21:37 - 20 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: Menûçêhr Pûrdil jornalîst û xebatkarê çandî ji xelkê Mihabad, paş hindê ku hukmê dadgeha pêdeşona Ormî hat erênî kirinê, bi neçarî warê xwe bi cî hişt.
Menûçêhr Pûrdil li hevpeyvînik tev ajansa Kurdpa ragihand, “ Dadgeha pêdeçona Ormî çi guhirînik li hukmê min de çê nekir û hukmê 3 sal û 6 heyv hews min re erênî kirin û roja 26ê Xermanan ev hukum bi advokatê parêzerê min hate ragihandinê”.
Ev xebatkarê çandî basa hindê jî kir,” dadgeha şarê Mihabadê bêyî hebûna min û yeha advokatê parêzerê min, hukmê 3 sal û 6 heyv hews bi ser min de sepand û gorekî wan tometên ku bi min kiri bûn hiviya zêde kirina vî hukmî bûm, ber hindê neçar bûm warê xwe bi cî behêlim û niha mina penaberik ber bi welatê tirka çome”.
“Menûçihr Pûrdil” kurê Mehmûd, xebatkarê çandî, endamê rêxirava “ dukumêntên netewiyên Îran”( Esnad ê Milliyê Îran) û endamê civîna nivîskarên zarokan li Îran, li 16ê Reşema sala borî de li doma rewşa girtina jornalîst û xebatkarên çandiyê Kurd, hat girtin û paşî 11 rojan ji girtinê bi danîna barmita 60,000,000 tûmenî bi formik damî ji girtîgehê hat berdanê.
Ew endamê rêxirava dukumêntên netewîyê Îran ragihand, dadgeha şarê Mihabad bi maina hindê kerê kom kirina dukumêntan ser Komara Kurdistan bûm, tometa endametî li yekik ji partên Kurdan li min kirin û endametiya min li vê rêxiravê de rakirin.
Ev xebatkarê çandî heya niha çendîn berhemên mîna : “ Rizgarî, Amanc û Awat” çap û weşandine û her wisa kitêba “ Befrîn û 7 fîçqilekan”ê wergêrandiye bi zimanê Kurdî.
Menûçêhr Pûrdil li hevpeyvînik tev ajansa Kurdpa ragihand, “ Dadgeha pêdeçona Ormî çi guhirînik li hukmê min de çê nekir û hukmê 3 sal û 6 heyv hews min re erênî kirin û roja 26ê Xermanan ev hukum bi advokatê parêzerê min hate ragihandinê”.
Ev xebatkarê çandî basa hindê jî kir,” dadgeha şarê Mihabadê bêyî hebûna min û yeha advokatê parêzerê min, hukmê 3 sal û 6 heyv hews bi ser min de sepand û gorekî wan tometên ku bi min kiri bûn hiviya zêde kirina vî hukmî bûm, ber hindê neçar bûm warê xwe bi cî behêlim û niha mina penaberik ber bi welatê tirka çome”.
Menûçihr Pûrdil xebatkarê çandî, endamê rêxirava “ dukumêntên netewiyên Îran”( Esnad ê Milliyê Îran) û endamê civîna nivîskarên zarokan li Îran
Dadgeha şarê Mehabad tometa hewldan dijî asayişa netewî, endametî û alîkarî tev yekik ji partên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, kom bûn û hewdan dijî rêjîm ji vî xebatkarên çandî kiri bûn û li incam hukmê 3 sal û 6 heyv hews ser de sepand.“Menûçihr Pûrdil” kurê Mehmûd, xebatkarê çandî, endamê rêxirava “ dukumêntên netewiyên Îran”( Esnad ê Milliyê Îran) û endamê civîna nivîskarên zarokan li Îran, li 16ê Reşema sala borî de li doma rewşa girtina jornalîst û xebatkarên çandiyê Kurd, hat girtin û paşî 11 rojan ji girtinê bi danîna barmita 60,000,000 tûmenî bi formik damî ji girtîgehê hat berdanê.