Jornalista Kurd ji xelkê Qezvîn, xelata “Îlariya Alpî” wergirt

12:09 - 14 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: Sûsen Mihemed Xanî Xeyaswend jornalista Kurd ji xelkê Qezvîn, li rêresmik taybetî de li welatê Îtaliya, xelatê “Îlariya Alpî” taybet bi “ xebata jornalistan li rewşên dujwar” de wergirt.

Sûsan Mihemed Xanî Xeyaswend li hevpeyvînik tev ajansa Kurdpa, “ ez bixwe hêjayê vê xelatê nabînim, ber hindê ku bi dehan jinên xebatkarên din li asta cîhanî de hene ku rewşik zor ji rewşa min dujwartir de bûne û hene û heya ku li sedem xebatên xwe canê xwe ji dest dane û tûşî hews û işkencan bûne”.

\"15255.jpg\"
Sûsen Mihemed Xanî Xeyaswend jornalista Kurd ji xelkê Qezvîn
Ev jina jornalista li pişkik ji peyama xwede ku li dema wergirtina xelatê xwede pêşkêş dikir ragihandibû, ez dixwazim vê derfetê de bîr anînik ji Mihemed Sidîq Kebûdwend bikim ku bi zêdetir ji 10 salan hews hatiye Mehkûm kirin. Her wisa pêwîste bîr ji Ednan Hesenpûr jornalîstê Kurd bikin ku hukmê sêdare danê jêre birîne û paşî bi hegera protesto kirina senter û rêxiravên mafê mirov hukmê vî bi 30 sal hews û paşan bi 15 sal hewsa teizîrî hat kêm kirin.

Sûsen Mihemed Xanî Xeyaswend jine jornalîsta Kurdê ji xelkê Qezvînê û rûniştiyê welatê Feransê, vê xelatê pêşkêşî hemû jinên Kurd û bi taybet dayka xwe dike.
Ev jornalîsta jin, midê 14 salan bi rewşik serbixwe karê jornal kiriye û bi gotina xwe li sala 1388 heya niha bê miaş karê rojname nivîsiyê kiriye.

Îlara Alpî, jornalîstê Îtaliyayî sala 1994 tev “ Mîran Hirowatîn” kameramanê tev li “ Mogadîşo” pêtexta welatê “ Sûmalî” hat kuştin û heya niha li sal de xelatik binavê vê jornalîstê bi jornalîstik ku li rewşik dujwar de kar kiribe tê danê.