Jinik li şarê Mihabad xwe dardakir

20:31 - 13 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: Jinik 22 salî li taxa “ Berî Şîlanan”a şarê Mihabad, bi rewşa xwe dardakirinê, kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajnasa nûçe gihaniya Kurdpa; sibêzûya îro, Yekşem, 24ê Xakelêwe,14 Nîsan( 14 April 2014), jinik bi navê Sûsen Ehmed Zadê, keça Mela Ewdila, rûniştiyê taxa berî şîlanana şarê Mihabad, li nawa mala xwe de, xwedarda kiriye û canê xwe ji dest daye.

\"19290.jpg\"
Heya weşîna vê nûçê, hegera xwekujiya vê jine Kurdê, nehatiye zanîn.

Bisporên aliyê saykolojiyê li Îranê ragihandine; Îran li nawa welatên islamî de û dû welatên Sûdan û Tûnisê de cê 3yimê de bo xwekujiyê heye û bi gotina wan bisporan, li sal de li Îranê de ji 4000-4500 kes xwe dikujin.

Bispor awirdane ser hegera xwekujiya jinan li Îran û Kurdistan û ser vê bawirêne ku bi mêrdana zor destî û resmên kevin yên malbatan û her wisa hejarî û deskurtî, li hegerên bingehînên xwekujiyê li nawa jinan deye.