Jinik ji Îlam, bi hegera exsîriyê rû bi xwekujiyê kir

14:10 - 21 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: Jinik Kurd ji xelkê Dere Şar li parêzgeha Îlam de, bi hegera riftara xiraba mêrê xwe, hewla xwekujiyê da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, mêrik ji xelkê Dere Şar ku jin û 3 zarokên xwe, hews kiribû, bû sedema rûkirina jina wî bi xwekujiyê.

Ew jine Kurd, li dema ku bi amanca xwekujiyê bendiik bi banê mala xwe dabû, ji aliyê polîsêcivakiyêşarê Dere Şar de hate rizgar kirin.

Navbirî, rewşa hatin hews kirina xwe û 3 zarokên xwe wiha bas kir: mêrê min derfeta derketin ji malê nedida min û derê malê jî bi quflik giran dadixist û heya serdana xizm û kesên min qedexe kiribû.

Nûçe gihaniya IRNA, ji zimanê wê jinê weşandiye: mêrê min tûşî nexweşiya psîkolojik bibû, hinik car, zarokên min derdixistin derêû heya niwêşevê li kûçeyan de diman.

Heya niha nasnama wan jin û mêrî, nehatiye eşkere kirin, lê ew jin, çend caran hewla xwekijiyê daye li dema 3 salên borî ku li mal de hewkirî bûye.

Mêrê wê jinê, li dema li pêş dadwerê lêkoler de, hegera riftara xwe tev jina xwe, bi cidatiya temen, hev tê negihîştin û dilpîsiyê wegerand.

Gorekî istatîstîkên fermî, hejmara xwekujiya welatiyên Kurd, bi t5aybet jin, ji forma kirîz derketiye û bûye nexweşiyik epîdemî.

Seher Dînarwnd, xebatkara mafê jin, li vê barê de, bi radiyo Zemanê ragihandiye: nebûna yasayik Qurs ûşûndaner, nebûn an kêmatiya senterên şûndaner bo jinan û bilintir bûna asta têgihîştina jinan ji mafên xwe, hegerên zêde kirina xwekujiya li nawa jinan deye.