Jinik din ya Kurd kutayî bi jîna xwe anî

21:30 - 1 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: li doma xwekujiya welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniya Îran, jinik ji Kurdê Îlam li naw mala xwede, xwe darda kir û canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Pêncşema borî, 10ê Rêbendan, jinik bi navê “ Zîba Ehedî”, 30 salî, ji xelkê şarê Îlam bi forma xwe dardakirinê, kutayî bi jîna xwe anî.

Bi gotina serekaniyik agadar; Zîba Ehedî, dayka 2 zarokan bûye û li sedem her tim hebûna pirsgirêk tev mêrê xwe, hewla xwekujiyê daye.

Sosyolog û psîkolog ser wê awirene, rewşa jiyan, ol, tendurustiya beden û psîkolojîkî, rewşa êkonomî , ew xalin ku karlêkerî ser hewldan bo xwekujiyê hene.

Her li doma wan xwekujiyane de, çend roj pêş niha, jinik Kurd ji xelkê şarê Mihabad(Wzîrî), 40 salî, li naw mala xwede li sedem pirsgirêkên malê, xwe darda kiribû û bibû sedema can ji dest dana wê.

Çi qas ku xebatkarên mafên jinan ser wê hindê ne ku xwe dardakirin, wek sîmbola nerîtîtirîn forma xwekujî li civaka Îran û Kurdistanê deye, cê xwe bi rewşa xwekujiya modern, xwe dermanxawr kirinê daye.

Bi rastî, xwekujî, bi her formik be, cê ser sekinîn û lêhûr bûnêye û pêwîste bispor û xebatkarên vî aliyî de dixebitin, bi dû hegerên xwekujiyê bikevin û gorkî hêza xwe hewla kêm kirin û ji naw birina vê bidin.

Gorekî wan statîstîkan û nûçaên ku tên weşîn, xwekujî pitir li nawa qata kêm dahat û hejara civakê de diqewimin û civaka Kurdî jî zoetirîn hejmara anîn pêyên vê ji vê qatêne.