Jinik din li dewera Serdeşt kutayî bi jîna xwe anî

20:28 - 31 Gulan 2014
Ajansa Kurdap: nli midê heftiya borî de, 2 jin li dewera Serdeşt, bi hegerên neron, hewla xwekujiyê dan ku li sedem de canê xwe ji dest dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Helale Mihemedî, ev jina 22 saliye ku li roja Înî, 9ê Cozerdan(30 May 2014), xwe darda kir û kutayî bi jîna xwe anî.

Helale Mihemedî, ku li gundê Binawêla Kurdan, ser bi dewera Serdeşt bûye, cewicî bû, lê heya niha hegera xwekujiya vê bo ajansa Kurdpa, ron nebûye.

Têgotin; li rojên heftiya borî de, keçik din jî li dewera Serdeşt, bi rewşa xwedardakirin, hewla xwekujiyê dabû ku li sedem de canê xwe ji dest dabû.

Her wisa bas ji hindê dikin ku li roja Pêncşem, 8ê Cozerdan(29 May 2014), keçik li gundê Hesen Avaya ser bi şarê Sinê, ji aliyê babê xwede, hatiye kuştin, lê rastiya vê nûçê, bo ajansa Kurdpa, nehatiye pişrast kirinê.

Gorekî statîstîkên polîsên agahiyiya hêzên intizamiyên Îran, %15 a kuştina li sala 1391a rojî de, di bin navê “ Namûs” de bûne û bi gotina cêgirê berpirsê polîsê agahiya hêzên intizamî, kuştina jinan li asta bilintir ji hemû kuştinên din de bûye û bi gotina navbirî; li hindik caran de jî, jin bi şik û guman ji aliyê kesên xwe de, hatine kuştin.

Gorekî statîstîka Sendûqa komela rêxirava UN, li sal de nêzî 5,000 jin, di bin navê parastina namûs de, tên kuştin.