Jinên Nodşeyê bi hilkevta heftiya rawestan li dijî madeyên hişber rêpîvanek lidar xistin

17:34 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Înê 10`ê Pûşperê, hejmarek li jin û keçên bajarê Nodşeyê, bi hilkevta heftiya rawestan li dijî madeyên hişber, rêya li navbera meydana “Newroz”ê heta goristana wî bajarî, bi pêyan çûn. 

Wan jênan bi diruşma “werziş garantiya tendirustiye ye”, ew mewdaya çend kîlometiran rê çûne. 

Ew rêpîwane ji aliyê yarîgeha “tonder”a jinan li bajarê Nodşeyê hatiye lêdarxistin. 

Bajarê Nodşê ser bi bajarê Paweyê, di 150 kîlometiriya Parêzgeha Kirmanşanê de ye.