Jinekî bi samana xwe16 jin wezîfedar kirin

21:07 - 21 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: jineke Abdanan a ser bi Îlama rojhilatê Kurdistanê, bê mineta dewletê, bi pereyê xwe bo16 jinên wî bajarî kar afirand.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li bajarekî durkevtî û bêpar ji pêdiviyên jiyanê, jinekî bi samana xwe, 16 jin di karegeheke çêkirina ferş û xalîçeyan de wezîfedar kirin.

Wê jina Kurd a bi navê Menîje Mohemmedî tenê bi 16 milyon tûmen bo wan 16 jinan kar afirand.

Navborî di hevpeyvîn li gel malperên xwecihî ragihandibû ku wê bê alîkariya tu aliyên hikûmî, 16 ferş kirîne û di mala wê de wek kargeh jin li ser ferşan kar dikin.

Wê karaferînera Kurdistanî amaje bi vê yekê jî kiriye: Di egera alîkariya navendên hikûmî bi wê re, ew dikare 50 kesên din jî bike xwedî kar û wezîfedar bike.

Çalakiyên wê hemwelatiya Abdabnanî bo wezîfedarkirina hemwelatiyan di demekê de ye ku duh nûnerê Îlamê li parlamentoya Îranê îlan kirbû: Li parêzgeha Îlamê 7 hezar betal û bêkar hene ku nikarin debara jina xwe bikin.

Herwiha cîgirê yekem ê serokomar –Hesen Rûhanî di rêwtiya bi Îlamê de ragihandibû: Amara kesên xwendekar ên betal li wê parêzgehê gellek diltezîn û cihê xemgîn bûnê ye.

Wêne: Abdanan nûçe

\"26128.jpg\"

\"26130.jpg\"

\"26131.jpg\"

\"26132.jpg\"